Li Iraqê, di êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê de, leşkerek Iraqî hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Çeteyên DAIŞ’ê duh saetên şevê li bajarokê Gulale yê bi ser navçeya Xaneqîn li parêzgeha Diyalayê ve, êrîşek bir ser rêbendeke ku bajarokê Qeretepe û Gulale bi hev girêdide.
Li gorî agahiyên asayîşa bajarokê Kokis, di encama êrîşê de, leşkerekî Iraqî hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Beriya niha jî di êrîşeke DAIŞ’ê li bajarê Diyalayê de, leşkerek hatibû kuştin.