Ciwanan li bajarê Silêmaniyê li dijî siyaseta şerxwaz a PDK’ê belavok belav kirin.
Ciwanên Welatparêz yên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer li bajarê Silêmaniyê belavokên derbarê hişyarkirina siyaseta şerxwaz a PDK’ê de belav kirin.
Di belavokên ciwanan de behsa siyaseta PDK’ê û planên dagirkirina Kurdistanê hate kirin.
Çalakiya ciwanan ji aliyê xelkê Silêmaniyê ve, germ hate pêşwazî kirin û piştgirî dan çalakiya ciwanan.