Malî..di êrîşeke Fransayê de, 30 çete hatin kuştin

Artêşa Fransî li navenda bajêr a Maliyê 30 çete di êrîşeke asmanî de kuştin.

Artêşê da xuyakirin ku hêzên wan ên Commandoyê her wiha hin çek û motorsiklêtên çeteyên kuştî, desteser kirin.

Berî niha jî, artêşa Fransî diyar kiribû ku wan di êrîşekê de, serçeteyê koma “Nesert El-Îslam” kuştibû.

Li wîlayeta Emhera ya ku nêzî wîlayeta Tîgray a Etyopyayê ye jî, 2 teqînan rû da.

Nivîsgeha Peywendiyan a Emherayê da zanîn ku her du teqîn li deryaya Dar û Condar rû daye.

Nivîsgehê destnîşan kir ku lêpirsîn hatine destpêkirin, da ku bê destnîşankirin ka ev teqîn bi şerê li Tîgrayê ve girêdayî ye yan na.

4 vê mehê serokwezîrê Etyopyayê Ebî Ehmed Hêzên Federal şandibûn herêma Tîgrayê, da ku êrîşî hêzên li wir bike.

Di encamê de, heta niha bi sedan kes hatine kiştin.

Back to top button