Êşkenceya li Îmralî..di 21 salan de hezar û 352 serlêdanên ji bo Ocalan hatine redkirin

Bê edaletî û faşîzma AKP’ê ji her demê zêdetir li pêş e. Tevî 21 sal in Rêber Ocalan li zindana Îmraliyê girtiye, hertim mafên Ocalan yên rawa têne binpêkirin. Parêzeran hezar û 770 caran serlêdan kirine û ji wan hezar û 352 hatine redkirin. Parêzer Emran Emekçî diyar kir ku tecrîda mutleq bi biryara hêzên serdest tê sepandin û ji Kurdistaniyan daxwaza xurtkirina çalakiyan kir.

Rêber Ocalan 21 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê tê ragirtin û bi tecrîda mutleq re rû bi rû ye.

Parêzerên Ocalan ji roja hat girtin heta 27’ê Tîrmeha 2011’an bi giştî 765 caran serlêdana hevdîtinê kirin.

Di nava vê navberê de, parêzeran hezar û 770 caran serlêdan kirine û ji wan hezar û 352 hatine redkirin.

Emekçî: Qedexe qet ne hiqûqî ne

Ji parêzerên Ocalan, Emran Emekçî yê endamê Buroya Hiqûqê ya Asrinê ye têkildarî tecrîda li ser Ocalan ji ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Emekçî anî ziman ku biryara qedexekirina hevdîtinan polîtîk e û wiha got:

“Jixwe di esasê xwe tecrîda mutleq dij hiqûqî ye.

Rapora CPT’iyê jî dibêje tecrîd dij hiqûqî ye.

Lê bi israr qedexe û tecrîd dewam dikin.

Dema em biryara dadgehê ya qedexeya li ser parêzeran lêkolîn dikin, cezayên hucreyê yên di salên 2006-2008’an de dane birêz Ocalan weke hêcet nîşan didin.

Emekçî: Tenê ne Tirkiye hêzên navdewletî jî di nava biryara tecrîdê de ne

Emekçî bal kişand ser destwerdan û nediyariyên li Rojhilata Navîn jî, ku ev pirsgirêka navdewletî van destwerdanan bi xwe re tîne.

Li gorî Emekçî, tecrîda li ser birêz Ocalan, li ser neçareseriya vê pirsgirêkê hatiye avakirin û ya rast armanca Ocalan çareseriya vê û perspektîfa wî ya ji bo çareseriya Rojhilata Navîn e.

Emekçî: Divê her alî lez bidin azadiya ocalan

Emekçî îşaret bi pêngavên ji bo azadiya Rêber Ocalan kir, ku her kêliya ku Ocalan girtî dimîne, ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn dibe sedema windahiyên mezin.

Emran Emekçî, dibîne ku divê DMME têkildarî birêz Ocalan 6 sal in biryarên tavsiyeye derbixe, lê belê ev pir dereng ma.

Ji parêzerên Ocalan, Emran Emekçî di dawiyê de dibêje;

Di warê hiqûqî de, divê birêz Ocalan di 2024’an de were berdan.

Ji ber vê yekê ji bo azadiya Ocalan, divê aliyên berfireh û derdorên demokratîk têbikoşin.

Back to top button