Rêveberiya Jin a bajarê Dêrazorê çalakiya yekemîn a 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî li dar xist.
Çalakî bi silogana `Bi berxwedana jina azad jiyan geş dibe û teror tune dibe` hat li darxistin.
Bi dehan jinên bajarê Dêrazorê tevî endamên saziyên sivîl, meclis û komînên herêma El-Keramê li rojvayê bajêr kom bûn.
Di kombûnê de daxuyaniya Rêveberiya Jin a Dêrazorê ji aliyê Hiyam El-Ehmed ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin,
Wek jinên Sûriyê em ê destkeftiyên ku bi saya têkoşîn û berxwedanê hatine bidestxistin biparêzin.
Em banga hevgirtinê li tevahiya jinên cîhanê dikin.
Em şopdarên jinên Efrînê û têkoşer Leyla Guven in.