Ermenîstanê mirina zêdeyî 2 hezar û 300 leşkerên xwe ragihand

Di şerê meha Îlonê navbera Ermenîstan û Azerbeycanê rûda û heta 10’ê Mijdarê dewam kirî de, zêdeyî 2 hezar û 300 leşkerên Ermenîstanê hatin kuştin.

Wezîrê Edaletê yê Ermenîstanê Alina Nikoghosian di daxuyaniya parvekirî de ragihand ku heta niha tevî cenazeyên nasnameyên wan ne diyar bi giştî, 2 hezar û 317 cenaze li nexweşxaneyanin.

Alina diyar kir ku di navbera aliyan de pevguhertina cenazeyan despê kiriye.

Beriya niha rêveberên Ermenîstanê eşkere kiribû ku di şer de hezar û 339 leşker û 50 sivîl hatine kuştin.

Aliyê Azerbeycanê jî kuştina 93 sivîlan ragihand û têkildarî leşkerên mirî ti daxuyaniyek neda.

Serokê Rûsiya Vladimir Putin doh ragihandibû ku di encama şerê li herêma Qerebaxê de, zêdeyî 4 hezar kes mirine û 8 hezar jî birîndar bûne.

Ermeniyan xaniyên xwe şewitandin û ketin ser rêya koçberiyê

Ermeniyên li Kelceberê piştî herêmên wan ji aliyê Azerbeycanê ve hat dagirkirin, xaniyên xwe dişewitînin û dikevin ser rêya koçberiyê.

Back to top button