Ji bo zarokên kampa Girê Spî çalakiyek hate lidarxistin

Bi boneya 20’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Zarokan, Kongreya Star a kampa koçberên Girê Spî çalakiyek li dar xist.

Ji ber rewşên zehmet ku zarokên koçber tê re derbas dibin û ji bo şadkirin wan, Kongreya Star a kampa Girê Spî şahiyek bi boneya Roja Cîhanê ya Zarokan ji zarokên kampê re li dar xist.

Şahî bi axaftina Hevseroka Kampa Girê Spî Narîn Ebdulrehman dest pê kir.

Narîn anî ziman ku civaka navnetewî û rêxistinên mirovan ên bi mafên zarokan eleqedar dibe, ji azarên zarokên koçber berpirsyar in ji ber ku ji sûcên dewleta Tirk a dagirker bêdeng in.

Piştre komên stran û dîlanan ên Şehîd Zehra, Koma Zarokên Koçber ên Girê Spî û Koma Şehîd Barîn a ji Kobanê berhemên xwe pêşkêş kirin.

Kampa Girê Spî di 22’ê Cotmeha 2019’an hate vekirin, di nav kampê de 3 hezar û 315 koçber, di nav de derdora 2 hezar zarokên kêmî 18 salî hene.

Back to top button