KNK bi seroka parlamentoya Başûrê Kurdistanê re civiya

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-KNK’ê di çarçoveya serdanên pêşî-girtina şerê navxweyî de bi seroka parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê re civiya.

Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs diyar kir seroka parlamentoyê ji bo hewldanên rêgirtina li şer, piştgiriya wan kiriye.

Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremus li dijî şerênavxweyê derket û got:

“Şerê navxweyî nayê qebûl kirin, rewşa Başûrê Kurdistanê li ber çave.

Emê di rojên bê de bi armanca yekdengiya dijî şerê navxweyî serdana partî û aliyên siyasî bikin.”

Qeremus diyar kir ku ger şerekî navxweyî pêk bê wê hemû destkeftiyên Kurdan têk biçin û bandorê li hemû kesî bike.

Piştî civînê di malpera parlamentoyê de daxuyaniyek nivîskî hate weşandin.

Di daxuyaniyê hate diyarkirin ku seroka parlamentoyê di civînê de gotiye;

“Niha Herêma Başûrê Kurdistanê li hemberî rewşek giran ya aborî û siyasî deye divê ev alozî bi diyalog were çareserkirin.

Back to top button