KNK’ê wê “Şêwira Pêkanîna Diyaloga Neteweyî” pêk bîne

Ji bo şereke navxweyî dernekeve, KNK, parlamenter û xelkê Başûrê Kurdistanê ketine nava liv û tevgerê.

KNK’ê di vê çarçoveyê de bi Yekîtiya Parlamenterên Başûrê Kurdistanê re civiya.

KNK û Parlamenteran ji bo diyaloga kurdî bi kurdî wê komcivîneke mezin a bi navê ‘Şêwira Pêkanîna Diyaloga Navxweyî’ pêk bîbin.

Kongreya Neteweyê ya Kurdistanê-KNK’ê li dijî siyaseta şerxwaz û siyasetên dijî yekîtiya netewî, di nava liv û tevgerê deye.

Şandeya KNK’ê ya ku doh bi seroka parlamentoya Başûrê Kurdistanê re civiya, îro jî li bajarê Hewlêrê bi Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê re hat gel hev.

Civîna saetên sibê destpêkir di saetên pîştî nîvro de bidawî bû.

Piştî civînê li ser navê KNK û Yekîtiya Parlamenteran Endamê Yekîtiya Parlamenteran Kardo Mehemed daxuyaniyek da çapemeniyê.

Kardo Mehemed derbarê xeteriya şerênavxweyî de axivî û da zanîn ku şerênavxweyî wê bi hemû Kurdan bide wenda kirin.

Kardo Mehemd bal kişand ser girîngiya yekrêziya netewî û ragihand ku wan biryar girtiye karekî hevbeş bimeşînin.

Mehemed destnîşan kir ku ji bo helwesta diyalog û aştiyê bê pêşxistin û raya giştî ya Kurdistanê baştir bê hişyarkirin, biryar hate dayîn ku bi navê ‘Şêwira Pêkanîna Diyaloga Navxweyî’ komcivînek mezin pêk were.

Wê hemû partî û rêxistinên Kurdistanî û gelek ronakbîr, siyasetmedar, hunermend, rojnamevan û kesayetên serbixwe bên vexwendin.

Şêwira Pêkanîna Diyaloga Navxweyî, wê 21 Mijdarê li ser tora Zoomê, bi rê ve biçe.

Derbarê şêwirê de wê karname û agahdariyên berfireh di vexwendinê de ji beşdaran re bên rêkirin.

Kardo Mehemed di dawiya axaftina xwe de bang li hemû partî, rêxistin, rewşenbîr û rojnamevanan kir destek bidin pêkanîna konferansê.

Back to top button