Cebraîl Mistefa: Dewleta Tirk qanûnên navnetewî binpê dike

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a herêma Efrînê Cebraîl Mistefa destnîşan kir ku Dewleta Tirk, dewleteke qanûnên navneteweyî binpê dike.

Mistefa got:

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk hemû sûcên yên li dijî mirovahiyê li Efrînê dikin.

Ev sûcên ên li dijî sivîlan, binpêkirina protokolên peymanên Cinivê yên 1949’an e.

Li gorî Hevserokê Yekitiyê, hebûna çeteyên DAIŞ’ê li Efrîn û herêmên dagirkirî xeterî ye û bi wê re jî xeterî li ser civaka navneteweyî heye.

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a herêma Efrînê Cebraîl Mistefa di dawiyê de teqez kir rêxistinên navneteweyî û civaka navneteweyî li hember sûcên dermirovî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berpirsiyar e.

Back to top button