Zarokên Sûriyeyî bi erebokên xwe barê cîhanê hildigrin

Şer, pêvçûn, hilweşandin, bû sedem ku zarokên Sûrî berê xwe bidin Tirkiyê û ji bo debara mala xwe bikin, karê komkirina şîşeyên plastîk, kaxiz û kartonan dikin. Ew bi erobokan barê giran a cîhanê li pey xwe dikişînin. Her roj jî bi xizanî, nîjadperestî û tundiyê re rûbirû dimînin.

2011’an ji ber şerê navxweyî ya li Sûriyê bi sedan welatiyên Sûrî koçber bûn.

Li gorî daneyên Komeleya Penaberan li Tirkiyê bi giştî 3 mîlyon û 612 hezar û 968 welatiyên Sûrî hene.

Di nav de milyonek û 664 hezar û 249 zarok in.

Van zarokan ji bo jiyaneke aram berê xwe dan Tirkiyê, lê li wir jî bi jiyana herî trajîde re rûbirû dimînin.

Zarok di nava, xizanî, nîjadperestî û tundiyê de hewl didin bijîn.

Zarokên ku li Amedê bi cih bûne, neçarin debara mala xwe bikin, lewra bêtir karê komkirina şîşeyên plastîk, kaxiz û kartonan dikin.

Heman dîmen li her kolaneke Tirkiyê tê dîtin.

Zarokên ku 2015’an, ji ber êrîşan ji Helebê berê xwe dan Amedê ji ajansa Jinnewsê re axivîn.

Zarokê bi navê C.C, di nava çopê de kaxezan kom dike û bi barekî giran dikeve rêya xwe diçe.

Bav û 4 birayê wî jî li kolanan kaxezan kom dikin.

C.C dibêje:

Em 14 saetan dixebitin, lê tenê 5 TL digirin. Ji ber ku em xelkê Sûriyê ne, bi her awayî heqaretan li me dikin û bi heqdesteke kêm me didin xebitandin.

A.T ê 13 salî jî heman karî dike di dema koçberiyê de dayika xwe winda dike.

A.T demên borî dixwest ku bibe bijîşk, lê niha li kolanan kartonan kom dike û debara malbata xwe dike.

Z.H jî got:

Ez tim dixwazim vegerim welatê xwe û ez naxwazim li vir bijîm. Em li vir di nava zehmetiyên dijwar de dijîn.

1989’an Peymana Mafên Zarokan a Navneteweyî hat pejrandin û 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê hat ragihandin.

Li gelek deverên cîhanê zarok ji mafê, perwerdê, ewlehî û tenduristiyê sûde nagirin û di nava tundî, xizanî, newekhevî û nîjadperestiyê mezin dibin.

Bi taybetî jî di nava zarokan de rewşa herî bi xeter jî rewşa zarokên koçber û penaberan e.

Bêtîr mafên wan tên binpêkirin, zarokên Sûrî jî ji wan zarokan e.

Back to top button