Beriya serdana Erdogan hêzên taybet ên Tirk gihîştin paytexta Lîbya

Tîmeke ewlekariyê ya Hêzên Taybet ên Tirkiyê bi 2 balafirên leşkerî gihîştin paytexta Lîbya Terablusê, ji bo ku rêkarên ewlekariyê bo serdana Erdogan a nêzîk, bigirin.

Li gorî Rojnameya Şerq El-Ewset, Serokkomarê Tirkiyê Erdogan wê di demeke nêz de serdana Terablusê bike.

Tê payîn ku Erdogan ji bo piştgiriyê bide hikûmeta Wîfaqê, berê xwe bide Misratayê.

Serdana Erdogan, hemwextî lihevkirina aliyên Lîbî li ser avakirina hikûmeteke demkî û destnîşankirina dema hilbijartinan, tê.

Her wiha di çarçoveya tevgera Qeter û Tirkiyê de tê ku her du alî naxwazin hewldanên navneteweyî yên çareseriya aloziya li Lîbyayê, bi ser bikevin.

Back to top button