Êzîdiyên Ewropayê hilbijartina Babe Şêx pîroz kir

Koordînasyona Civaka Êzidxan a Ewropayê hilbijartina Babe Şêx pîroz kir.

Koordînasyona Civaka Êzidxan a Ewropayê bi wesîleya hilbijartina Babe Şêx peyamek weşand.

Koordînasyonê serokê nû yê rûhanî pîroz kir û got:

“Em wek Koordînasyona Civaka Êzdîxan ya Ewropayê, hilbijartina Elî Elyas Hecî Nasir a ji bo Bavê Şêxiyê li tevahiya civaka Êzidî û wargehên Êzdîxanê piroz dikin.

Bi rabûna vî erkî û berpirsyartiya giranbuha di karê wî de serketinê dixwazin. Qewata Xwedê û Tausî Melek li pişta wî bê.

Her wiha em polîtîzekirina hilbijartin û şexsiyeta Babe Şêx rast û guncav nabînin. Ew merciyetek pîroz e û nabe ku hinek derdor wê bikin amûrê berjewendiyên siyasî û egera perçebûna civaka me.

Bi vê erka qedîm pêwiste bibe sembol nîşaneye tifaq û yekitîya tevahî civaka me. Divê nirx û pivanên civaka me ser her tiştî bên esas girtin.

Hêvî û daxwaziya me ji Babe Şêx ew e ku, ew ji berjewendiyê têkakesî û malbatî dûr bike û nekeve bin bandora ti hêzên siyasî.

Back to top button