Polîsan li Amedê ”Konvoya Mor” a jinan asteng kir

Platforma Jinan a Dicle Amedê, xwest di çarçoveya 25’ê Mijdarê “Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinan” li navenda Amedê “Konvoya Mor” li dar bixe, lê polîsan çalakî asteng kir.

Bi dehan jin li taxa Peyasê ya Amedê li hev kom bûn.

Jinan erebeyên xwe bi rengên mor xemilandin û xwestin derkevin rê, lê polîsan pêşiya wan girt û bi hinceta vîrûsa Corona karwan asteng kir.

hkr-141120-cukurca-mor-zincir.d20201114-u163900

Jinan jî ji bo helwesta polîsan şermezar bikin nîv saetê di erebeyên xwe de rawestiyan û bi berzkirina dirûşma “Jin jiyan azadî” belav bûn.

Meclisa Jinan a HDP’ê li Stenbolê daxuyaniyek dan

Meclisa Jinan a HDP’ê ya navçeya Fatîh a Stenbolê bi navê “Li dijî tundiya mêr û dewletê têkoşîn” daxuyaniyek dan û gotin:

Emê xwe biparêzin û xwedî li destkeftiyên xwe derkevin.

Back to top button