HPG li herêma Serhed û Zapê derbên giran li dagirkeran xist

Gerîlayên HPG’ê îro serê sibehê li dijî artêşa Tirk a dagirker li herêma Zapê 3 çalakiyên bibandor pêk anîn û gelek dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyan bi daxuyaniyeke nivîskî ev agahî parve kir:

15’ê Mijdarê gerîlayan li qada Qela Bêdewê li dijî leşkerên derketibûn operasyona dagirkirinê bi rêbaza sabotajê 3 çalakî pêk anî.

Di encamê de gelek dagirker hatin kuştin û birîndar bûn.

HPG diyar kir ku balefirên şer yên dagirkeriya dewleta tirk 13 û 14’ê Mijdarê herêma Zapê, Qendîl, Xakurkê û Metîna bombebaran kirine.

Her wiha Navenda Parastina Gel ji ber berxwedana gerîla ya li dijî Oparasyona dagirkeriya dewleta tirk ku ji 2 heta 27 Cothmehê li herêma Serhedê dayî despêkirin peyamek weşand.

Fermandariya NPG’ê gerîla û Fermandariya Eyaleta Serhedê, ji ber berxwedaniya wan pîroz kir.

Back to top button