Misir amadahiya pêkanîna tetbîqateke leşkerî ya deryayî bi Rûsyayê re, dike

Misir amadahiya pêkanîna tetbîqateke leşkerî ya deryayî bi Rûsyayê re, dike.

Li gorî dîmenên dezgehên ragihandinê yên Tirkî û nav-dewletî 3 keştiyên şer yên Misirî herdu tengavên Derd-nîl û Posforê yên di bin kontorla Tirkiyê de ne derbas kirin.

Di dema derbasbûna ketşiyên Misirî re, keştiyên Tirkî bi wan re digeriyan.

Hat zanîn ku keştiyên Misirî riya xwe ber Deryaya Reş ve dewam dike ji bo tevlî tetbîqatên leşkerî yên hevbeş bi Rûsyayê re bibe.

Her wiha duh jî, Hêzên Çekdarî yên Misirê destpêkirina tetbîqatên leşkerî yên giştî li welêt, ragihandibû.

Li gorî Hêzên Çekdarî yên Misirê ev tetbîqat wê çend rojan dewam bike ku hemwextî salvegera 47 ya serkeftinên Cotmehê tê.

Back to top button