Artêşa Tirk gundê Hoşan ê Eyn Îsa û rêya M4 topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din gundê Hoşan û rêya M4 topbaran kir.

Îro artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê gundê Hoşan yê gundewarê rojavayê navçeya Eyn Îsayê û rêya M4 bi çekên giran topbaran kir.

Duh jî artêşa dewleta Tirk gundên Hoşan, Xalidiyê û rêya M4 bi çekên giran topbarankirin.

Her wiha artêşa dagirker gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê û Minixê yên Şehbayê jî bi dijwarî topbaran kirin.

Back to top button