Di êrîşeke çekdarî de 34 kes hatin kuştin

Li Etyopyayê, di êrîşeke çekdarî de 34 kes hatin kuştin.

Di hemwextî oparasyonên leşkerî yên hikûmeta Etyopyayê li herêma Tîgrayiyê, êrîşek çekdarî pêk hat.

Di êrîş li herêma Benî Şenqûl ku basek hate hedefgirtin de 34 kes hatin kuştin.

Li aliyê din jî, Sûdan ragihand ku jimara koçberên Etyopyayê ku ji ber şerê li herêma Tîgrayiyê reviyane Sûdanê, gihîştiye 25 hezaran.

Li aliyekî din, hikûmeta Etyopyayê girtina şaneyeke terorî ya DAIŞ û Tevgera El-Şebabê ragihand.

Hikûmetê destnîşan kir ku ev şane ji 14 çeteyan pêk tê ku plana pêkanîna rêze-êrîşên terorî li gelek deveran dikir.

4’ê vê mehê Etyopyayê, Hêzên Federal şandibûn herêma Tîgrayiyê, da êrîşî hêzên herêmî yên li wir bikin.

Back to top button