
Li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan çalakiyên greva birçîbûnê bi biryardarî dewam dikin..
Ji van çalakiyan Çalakiya Hevseroka KCD Leyla Guven dirêjtirîn çalakî ye.
Leyla Guven ev 106 roj in bi îradeya xurt û berxwedaniyeke mezin li dijî tecrîdê li ber xwe dide.
Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê bi armanca tecrîdkirina Rêber Ocalan bi dawî bibe di 8’ê Mijdarê de ketibû grevê û 106 rojin di grevê de ye.
Tevî rewşa wê ya xerab jî Leyla di dewama çalakiya xwe de bi israr e .
Tenduristiya Guven di roja 99’an de giran bû û rakirin nexweşxaneyê.
Lê , wê dermankirin red kir û dîsa vegeriya malê û çalakiya xwe dewam kir.
Li zindanên dewleta Tirk jî zêdetirî 300 girtiyên siyasî ji doza PKK û PAJK’ê 77 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de li ber xwe didin.
GIRTIYÊN DI GREVÊ DE: HETA TECRÎD BI DAWÎ BIBE WÊ ÇALAKÎ BIDOME
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Bûrsayê ku li dijî tecrîdê di grevê de ne jî, destnîşan kirin ku heta tecrîd ji holê ranebe wê çalakiya wan dewam bike.