Li herêma Firatê qedexeya derketina derve dest pê kir

Li herêma Firatê îro qedexeya giştî ket mertiyetê.

Desteya Tenduristiyê ya herêmê bang li şêniyan kir ku li gorî biryarê tev bigerin.

Li herêma Firatê îro qedexeya derketina derve destpêkir.

Hemû dikan, navendên giştî, dibistan û saziyên Rêveberiya Xweser û civaka sivîl hatin girtin.

Tevî ku dikandar bi qedexeyê pabend in, lê tevgera gel hîna jî li kolanan heye.

Her wiha heta niha bendên ewlehiyê li hundirê bajarê Kobanê jî tune ne.

Qedexeya derketina derve li herêmê wê heta 26’ê mehê dewam bike.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya herêma Firatê Ehmed Mehmûd daxwaz ji şêniyan kir ku li gorî biryaran tev bigerin û di her rewşeke bi gundam de bi lez testa xwe çêbikin.

Back to top button