Çeteyan ciwanekî ji gundê El-Ezîziyê yê Serê Kaniyê kuşt

Li herêmên dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker ciwanekî ji gundê El-Zîziyê yê Serê Kaniyê kuşt.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên mirovan ragihand ku çateyên dewleta Trik ciwanekî ji gundê El-Ezîziyê yê li gundewrê Serê Kaniyê yê dagirkirî kuşt.

Çavdêriyê daznîn ku dema ew ciwan ji bo nayê girtin direviya, çeteyan gule lê reşandin û kuştin.

Li gorî çavdêriyê, 9’ê Mijdarê çeteyan li gundên Serê Kaniyê yên dagirkirî zêdetirî 300 hiktar erd yên 100 malbatî desteser kir.

Çavdêriyê eşkere kir ku bi armanca dizîn û desteserkirina milkên şêniyan çete gef li şêniyan dixin.

Back to top button