Lîbya..NY bidawîkirina danûstandinan bêyî destnîşankirina hikumetê ragihand

NY bidawîkirina danûstandinên Lîbî yên li Tûnisê bêyî bigihêjin hikumeteke yekker, ragihand. Weke gavek astengkirina vê pêvajoya siyasî.

Danûstandinên aliyên Lîbî yên li Tûnisê duh bêyî li ser hikumeteke yekker li hev bikin, bi dawî bûn.

Nûnera NY a taybet bi Lîbyayê Stephanie Williams ji çapemeniyê re ragihand ku danûstandin wê hefteya bê li ser internetê were dewamkirin, da li ser “mekanîzme û pîvanên bijartina kesayetên dê desthilatê bigirin” bê nîqaşkirin.

Stephanie anî ziman ku ev yek li ser daxwaza beşdarên kongreya Lîbî li Tûnisê pêk hat.

Ev serê hefteyekê bû, danûstandinên li wir ku bi serperiştiya NY tên lidarxistin, li dar bûn.

Tê de, li ser lidarxistina hilbijartinan di dawiya Kanûna 2021an de hatibû lihevkirin.

Weke astengiyeke din tê payîn Erdogan serdana Lîbya bike

Di wextekî de ku dirûvên çareseriya siyasî ya Lîbyayê hin bi hin xuya dibin, Tirkiye û Qeter keleman davêjin ber dolabê vê pêvajoyê.

Qeter peymaneke leşkerî bi hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî re îmze kiriye..

Serdana serokkomarê Tirkiyê Erdogan jî li qada Lîbî deng vedaye..

Back to top button