Qibris û Yûnanistan serdana Erdogan bi ya “neqanûnî” bi nav kir

Serokatiya Qibrisê serdana serokkomarê Tirkiyê Erdogan a bo Qibrisa Bakur bi ya arandî û ne qanûnî bi nav kir.

Serokatiyê, dewleta Tirk bi astengkirina danûstandinê aştiyê tawanbar kir, ku rêkarên wê xebatê NY qels kirine.

Serokatiya Qibrisê texmîn dike ku Konseya Ewropayê vê dosyayê di Kanûna bê de nîqaş bike û biryaran ji bo pêşeroja têkiliya wê bi Tirkiyê re bide.

Her wekî Wezareta Derve ya Yûnanistanê jî arandinên Erdogan şermezar kir û bi zimanekî tûj serdana wê weke binpêkirina biryarên NY dît.

Li dijî vê serdanê, roja Sêşemê bi sedan kes li aliyê Qbirisa Bakur herikîn, ku li welatê wan gotin tenê ya Qibrisyan e.

Erdogan li wir banga danûstandinan li ser esasê “du dewletên ji hev cihê” kir.

Erdogan her wiha YE bi ya derweçîn bi nav kir û idia kir ku Yekîtiyê soza xwe bo dayîna piştevaniya darayî û bireveberî bo Qibrisa dagirkirî bi cih neaniye.

Back to top button