Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê: 2 balafirên leşkerî yên Tirkî şemiyê derbasî Misratayê bûn

2 balafirên leşkerî yên dewleta Tirk gihaştin Lîbyayê.

Ji fermandarên Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Xalid Mehcûb ji dezgehên ragihandinê re ragihand ku tê payîn Erdogan Sêşemê derbasî welat bibe û şeva Şemiyê 2 balafirên leşkerî yên Tirkiyê li balafirgeha Misratayê peya bûn.

Li gorî Mehcûb, ev demek tevgera balafirên Tirkan ranewestiyaye, nemaze li baregeha Wetiya û Miêtiqayê.

Çavdêr dibînin ku her çi qas danûstandinên Lîbî ber bi hev de tên jî, lê Erdogan seqaya van danûstandinan xera dike..

Nemaze ku di civînên aliyên Lîbî yên li Sêrtê, hikumeta Wîfaqê niyeta xwe ya bipêş-ne-xistina pêvajoya siyasî nîşan dabû.

Back to top button