Çareseriya pirsgirêka Kurd projeya Netewa Demokratîk e

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl diyar kir ku ew bi pêşxistina Netewa Demokratîk, dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin.
Xelîl bal kişand ser çûyîna ENKS’ê ya bo Tirkiyê jî û diyar kir ku ENKS bi projeya Tirkiyê ya bi navê “Eniya Aşitî û Demokrasiyê” têkbirina xebatên yekîtiyê armanc dike.

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl bû mêvanê bernameya Serdam a televîzyona me Ronahî TV û mijarên di rojevê de nirxand.

Aldar Xelîl diyar kir ku Kurd di aloziya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de pêşengtiya projeya Netewa Demokratîk û biratiya gelan dikin.

Li gorî Xelî, ew bi pêşxistina vê projeyê dixwazin pirsgirka Kurdan di serî de, hemû pirsgirêkan çareser bikin.

Aldar Xelîl bal kişand ser helwesta ENKS’ê ya li hemberî nirxên gelê Kurd jî, ku ENKS dixwaze peymana civakî ya Rêveberiya Xweser ji holê rake.

Xelîl: ENSK bi hevkariya xwe ya bi Tirkiyê re dixwaze pêvajoya heyî xira bike

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl serdana ENSK a li Tirkiyê jî bi bîr xist û got, ew li ser daxwaza Tirkiyê dixwazin bi rêya eniya Aştî û Demkrasiyê, desthilata heyî nîv bi nîv bi par ve bikin.

Back to top button