ÇALAKIYA NASIR YAGIZ DI ROJA 93’AN DE YE

Berxwedan û çalakiyên greva birçîbûnê li başurê Kurdistanê jî berdewam dike.

Berxwedana endamê nûnertiya HDP’ê li başurê Kurdistanê Nasir Yagiz di roja 93’an de ye.

Her wiha çalakiya Fedîla Tok jî di roja 33’an de ye.

 

Nasir Yagiz li pey Leyla Guven ev 93 roj in di nava berxwedana şkandina tecrîda li ser Rêber Ocalan de ye.

Yagiz 21’ê Mijdarê dest bi greva bê dem û bê dorveger kir:

Tenduristiya Yagiz giran e, lê ew jî tedawiyê qebûl nake û dibejê, heta tecrîd ranebe em dest ji çalakiya xwe bernadin.

Her wiha çalakiya endama Meclîsa Îştar a Mexmûrê jî Fedîla Tok di roja 33’an de ye.

Fadîle Tok ji 20’ê Çileya îsal dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye.

Leave a Reply

Back to top button