TJK-E li dijî qirkirina jinê û parastina civakê, dest bi pêngavekê kir

Ji bo 25’ê Mijdarê, Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê TJK-E pêngava bi navê “100 sedemên ji bo darizandina dîktator” ragihand. TJK-E diyar kir ku ew ê hesab ji Erdogan ku berpirsyarê sereke yê komkujiya jinan e bixwazin û bang li gel kir ku tevlî çalakiyên 25’ê Mijdarê û vê pêngavê bibin.

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê TJK-E têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna LI dijî tundiya li ser jinan daxuyaniyek nivîskî weşand.

TJK-E ragihand ku ji 25’ê Mijdara 2020’î û pê ve, wê dest bi pêngava bi navê “100 sedemên ji bo darizandina dîktator” bikin û hesab ji Erdoganê ku berpirsyarê sereke yê komkujiya jinan e, bipirsin.

TJK-E got:

Qirkirina jinê, revandin, firotin, kolekirin, êşkence, destavêtina li jinê ya li Rojhilata Navîn bi taybetî jî li Sûriyê, Şengal û Rojava, sûcê herî mezin di kesayeta jinê de li dijî mirovahiyê hatin kirin. Berpirsyarê sereke yê van sûcan jî dewleta Tirk a dagirker e.

TJK-E anî ziman ku:

Di nava 18 salên desthilatdariya Erdogan de, ne 100, lê belê bi sedan sûc hatin kirin û hîn jî tên kirin.

Lewra em ê ji saziyên navneteweyî bi taybetî jî ji NY bixwazin ku fermî weke qirkirinê bê naskirin.”

TJK-E bal kişand ser xemsariya NY’î jî, ku tiştê jê dihate xwestin bi cih neanî.

TJK-E ragihand ku ew bi rêya vê kampanyê dixwazin balê bikişînin ser polîtîkayên AKP’ê yên qirkirina jinê û sûcên hatine kirin ji cîhanê re ragihînin.

Her wiha pêşî li tundiya li jinê ya li Tirkiyê bigirin, AKP bê darizandin û edalet bi cih bê anîn û wiha got:

Pêngava wê 25’ê Mijdara 2020’î dest pê bike û di qonaxa destpêkê de ku wê heta 8’ê Adara 2021’ê bidome. Di çarçoveya pêngavê de li gel karê civakî, polîtîk, hiqûqî û çalakiyên ji bo darizandina dîktator, em ê 100 hezar îmzeyan bidin hev.

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê TJK-E bang li her kesî kir ku tevlî çalakiyên 25’ê Mijdarê bibin û bi xurtî beşdarî vê pêngava nû bibin.

Back to top button