Du hevserokên desteyan hatin erkedarkirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê, 2 hevserokên desteyan erkdar kirin.

Meclisa Zagonsaz a herêma Cizîrê civîna xwe ya asayî li navçeya Amûdê bi tevlêbûna piraniya endamên meclisê û hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê, cîgirê Meclisa Rêveber û şêwirmenda Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê li dar xist.

Di civînê de îstîfa û erkdarkirina endaman di sazûmaniya meclisê de hatin nîqaşkirin.

Hindirîn Sîno wek hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî û Hediye Elî wek hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê hatin erkdarkirin.

Endamên nû piştî sonda destûrî, wê dest bi kar bikin.

Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê Hisên El-Ezam îstîfa kir.

Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê, Hisên El-Ezam ji ber xebatên wî yên ji bo pêşxistina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, xelat kir.

Back to top button