Ciwanên Kurd û enternasyonalîst ên li Berlîn a Elmanyayê dijîn, ji bo biryara darvekirinê ya Mezlûm Dag û Abdurrahman Er, ya ku ji aliyê dadgeha PDK’ê de hatiye dayîn rawestînin, li ser înternetê kampanya îmzeyan dan destpêkirin.
Ciwanan cezayê darvekirinê weke sûcê mirovahiyê pênasekirin û bang li rayedar û dadgeha PDK’ê kirin ku vê sûcê nekin.
ciwanan bi zimanên Îngîlîzî, Kurdî, Elmanî û Tirkî , bang li her kesî kirin ku pişgirî bidin kampanyayê û tevlî kampanyaya li ser înternetê hatiye destpêkirin bibin.
17’ê Tîrmeha 2019’an li Hewlêr a Başûrê Kurdistanê endamê MÎT’ê Osman Kose hat kuştin. Piştî bûyerê Abdurrahman Er û Mezlûm Dag bi îdaya Kose kuştine hatin girtin û bi awayekî lez hatin dadgehkirin û cezayê darvekirinê li wan hate birîn.