Di êrişeke kesên nenas de hin endamên Meclisa Sivîl a Dêra Zorê birîndar bûn

Li Dêra Zorê, di encama êrîşa kesên nenas de, ya li dijî erebeya endamên Komîteya Çavdêriyê ya Meclisa Sivîl a DêreZorê hin endamên komîteyê bi giranî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, Kesên nenas bi guleyan êrişî erebeya endamên Komîteya Çavdêriyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê kir.

Êrîş li herêma Mezad El-Xenem a nêzî dergeha Saliha û herêma Meamil a Dêrazorê pêk hat.

Di êrişê de endamên komîteyê ku hîna hejmara wan nayê zanîn, bi giranî birîndar bûn.

Back to top button