Ji ber siyaseta çewit a PDK’ê welatiyên kerkûkê rabûn

Şêniyên Kerkûkê li dijî siyaset û provakasyonên PDK’ê yên bi hevkariya Tirk re a li ser qadên gerîla li Kerkûkê çalakiyek pêk anîn.

Bi pêşengtiya Koma Hişyarî ya Ciwanan li Baxçeyê Şehîd Marf Berzencî ya Kerkûkê li dijî siyaseta şerxwaz ên provakatîf yên PDK’ê çalakiyek hate lidarxistin.

Di çalakiyê de kesayet, rewşenbîr, nûnerên rêxistinan û welatiyên bajêr amade bûn.

Şêniyan bang li hemû aliyan kirin ku li ber êrîş û planên dagirkeriyê rabin.

Li ser navê Koma Hişyarî ya Ciwanan daxuyaniyek hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ku dewleta Tirk li sê parçeyên Kurdistanê dest bi pêngavek mezin a dagirkirin û qirkirinê kiriye.

Herî dawî şêniyan bang li hemû partiyan kir ku pirsgirêkan bi diyalokê çareser bikin.

Back to top button