Artêşa Tirk a dagirker gundine Şehba û Girê Spî dan ber topan

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe gundên Şehbayê topbaran kirin.

Artêşa dagirker duh êvarî careke din gundên Eyn Deqnê û Bêlûniyê yên herêma Şehbayê bi çekên giran topbaran kirin.

Leşkerên Tirk û çeteyên xwe her wiha duh dîsa gundê Erîda yê rojavayê bajarê Girê Spî da ber topan.

Duh sibehê jî çend gundên heman bajarî hatibûn armanckirin û di êrîşa li Erîda de leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bûbû.

Back to top button