Pompeo: Divê Amerîka û Ewropa bi hev re li dijî Tirkiyê rawestin

Mike Pompeo ragihand ku divê Ewropa û Amerîka bi hev re kar bikin da şerê kirinên Tirkiyê bikin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ji Rojnameya Le Figaro ya Fransî ra ragihand ku pêwîst birêvberiya welatê wî û Ewrop di nava çend mehên bê de kirinên Tirkiyê rawestînin..

Pompeo anî ziman ku ew û serokkomarê Fansayê Macron ji bo Tirkiyê xwedî heman nêrîn in, ku vê dawiyê Tirkiyê pir gavên dijminane li Azerbeycan, Lîbya û Deryaya Spî avêtine.

Pompeo teqez kir ku ew li ser derbaskirina hêzên ne rewa bo Lîbya û kirinên wê li Rojhilatê Deryaya Spî yên bi dawî nabin, sekinîne.

Wezîrê Amerîkî, bikaranîna zêde ya karînên leşkerî yên Tirkiyê li Azerbeycanê jî cihê fikaran dît.

Back to top button