Kardo Mihemed: Parlamen dikare rolê bilîze û biryarekê bide

PDK li gorî daxwaziya Tirkiyê siyaseta xwe ya şerxwaz li dijî gel û tevahiya Kurdistanê didomîne. Parlamenterên Başûr diyar kir ku Parlmamena herêmê dikare rê li ber şandina hêzê bo herêmên gerîlayan bigire. Li Kerkûkê jî çalakiyek li dijî şerxwaziya PDK’ê hat lidarxistin.

Endamên Yekîtiya Parlamenterên Başûrê Kurdistanê der barê liv û tevgera çekdarên PDK’ê yên li herêmên gerîlayan de, ji ajansa nûçeyan “Roj Newsê” re axivîn.

Endamê Yekîtiya Parlamenteran Kardo Mihemed da xuyakirin ku parlamen dikare têkildarî vê rewşê rola xwe bilîze û biryarekê bide. Her wiha çavdêriya hikûmetê bike û li sedem û armanca şandina vê hêzê bipirse, ji ber erka tevgerandina hêzê di bin desthilata Wezareta Pêşmerge û hikûmetê de ye, lê mixabin heta roja îro bêdeng e.

Ehmed Wertî: Divê xwîna Kurdan bi destê Kurdan neyê rijandin

Endamê Yekîtiya Parlamenteran Ehmed Wertî jî di vê derbarê de got:

“Ti başiya şerê navxweyî nîne. Em şermezar dikin.

Divê hemû aliyên siyasî û bi taybet partiyên xwedî hêz, berjewendiyên hev û yên her çar parçeyên Kurdistanê biparêzin.

Pêwîstî bi yekîtiyê heye û divê pirsgirêk bi diyalogê were çareserkirin.

Şêniyên Kerkûkê li dijî siyaseta PDK’ê çalakiyek li dar xist

Şêniyên Kerkûkê jî di vê derbarê de çalakiyek li Baxçeyê Şehîd Marf Berzencî yê Kerkûkê li dar xist.

Gelek kesayet, rewşenbîr, nûnerên rêxistinan û şêniyên bajêr li çalakiyê amade bûn.

Şêniyan di çalakiyê de bang li hemû aliyan kir ku li hember êrîş û planên dagirkeriyê rabin.

Her wiha banga diyalogê li partiyên Kurdî kir.

Back to top button