Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku 2 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin û 4 leşkerên Tirk jî birîndar bûn.
Hêzên Rizgariyê bi daxuyaniyekê ragihand ku:
11 û 16’ê Mijdarê li herêma Efrînê, li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker, 2 çalakiyên sekvanî pêk anîn û 2 çete hatin kuştin.
12ê Mijdarê jî, li ser rêya gundê Kefer Şîlê yê Efrînê, li dijî karwaneke artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin û 4 leşkerên Tirk bi giranî birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê di dawiya daxuyaniya xwe de, soz dewamkirina çalakiyên tolhildanê yên li dijî dagirkeran da.