Partiya Çep a Swêdê: Divê Swêd lêborînê ji Kurdan bixwaze

Kurdên ku rastî neheqiyê hatine di rojeva Swêdê de ne. Partiya Çep a Swêdê bi bi pêşnûmeyekê daxwaz ji parlamena Swêdî kir ku têkildarî kuştina Olof Palme, lêborînê ji Kurdan bixwaze.

Berdevkê Polîtîkaya Derve ya Partiya Çep a Swêdê parlamenter Hakan Svennelîng, daxwaza lêborîna ji Kurdan, bi pêşnûmeyeke nivîskî xist rojeva parlamena welêt.

Svennelîng bi bîr xist ku di lêpirsîna têkildarî kuştina Olof Palme di 10’ê Hezîrana 2020’an de, diyar bû, ti eleqeya Kurdan bi kuştina wî tune ye.

Svennelîng anî ziman jî ku piştî bûyera kuştinê, gelek malbatên Kurd berpirsyar hatin dîtin û got:

Kurd bê sedem bûn hedefa êrîş û zexta saziyên Swêdî û mafê rûniştinê yê hin penaberên Kurd jî hate betalkirin.

Ji lew re, Berdevkê Polîtîkaya Derve ya Partiya Çep a Swêdê ji Wezareta Edaletê xwest ku lêborînê ji Kurdan bixwaze.

Back to top button