”Divê parlamentoya herêma Başûrê Kurdistanê li dijî planên dewleta Tirk xwedî helwest be”

Şandeyek ji Nûnertiya Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Surî ya li Başûrê Kurdistanê, serdana ofîsa parlamentoya Herêma başûrê Kurdistanê ya li Silêmaniyê kir.
Piştî civînê daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn û şandeyê bang li parlamentoyê kir ku dijî planên dewleta Tirk xwedî helwest be.

Şandek Nûnertiya Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Surî a li Başûrê Kurdistanê, serdana ofîsa Silêmanî ya parlamentoya Herêma başûrê Kurdistanê kir.

Civîn bi armanca diyarkirina helwesta parlementoyê ya li dijî derketina şerê navxweyî pêk hat.

Piştî civîna her şandeyê bi parlamentoya Herêma başûrê Kurdistanê re her dû aliyan daxuyaniyek çapemeniyê dan.

Di daxuyaniyê de parlamenter Osman Kerîm axivî û diyar kir ku divê ew bi pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê çêdibin kêfxweş bin.

Osman Kerîm anî ziman ku ew bi biryara parlamentoya herêmê ya di sala 2014’an de ku Xwerêveberiya Rojavayê Kurdistanê qebûl kir, kêfxweşin.

Her wiha Nûnera şandeya Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Surî ya li Başûrê Kurdistanê Nurşan Hisên jî di wir de axivî.

Nurşan Hisên anî ziman ku ew dixwazin parlamento weke berê ku çawa piştevaniya Rojava kir niha jî bi heman awayî vê piştgiriya xwe dewam bike.

Nurşan Hisên diyar kir ku divê helwesta parlamentoyê li dijî şerê navxweyî hebe û got,

Em zêdetirî xwe bi hemû fraksiyonan re civiyan, lê hinek fraksiyon amade-nebûn rûnin, me jî ji bo wan peyam şand.

Nurşan Hisên spasiya hemû hêzên dijî dewleta Tirk xwedî helwestin, kir û bang li herkesê kir ku rê nedin şerek birakujiyê çêbibe.

Back to top button