Çeteyan hewldan destdirêjî li jinek ji navçeya Cindirêsê bikin

Hovîtî û zilma dagirkeran li Efrînê dewam dike. Li navçeya Cindirêsê çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl dan destdirêjiyê li jinekê bikin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, îro komên çeteyan li ser mala jinekê a li gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê girt û hewl dan destdirêjî li wê jinê bikin.

Hat diyar kirin ku piştî bavê wê pere da çeteyan, çete ji malê derketin.

Dewleta Tirk ji destpêka dagirkirina Efrînê, bi sedan jin revandin, kuştin û destdirêjî li wan kirin.

Gulana derbasbûyî, Rêxistina mafê mirovan a Efrînê ragihand ku çeteyekî bi armanca zewaca bidarêzorê zaroka bi navê Hêvîn Morî ya 17 salî revandibû.

Li navçeya Raco dagirkeran 2 hezar lîreyên Tirkî fidye ji sivîlekî standin

Li aliyê din, 6’ê Mijdarê çeteyan ji bo standina pereyan şêniyê bi navê Mistefa Kolîn Elo yê ji gundê Dîkê yê navçeya Raco revandibû.

Rêxistina Mafên mirovan a Efrînê – Sûrî da zanîn ku piştî standina 2 hezar Lîreya Tirkî, çeteyan ew berdan.

Back to top button