TRUMP DESTÛR NEDA WELATAYA XWE A DAIŞ’Ê VEGERE EMERÎKAYÊ

Serokê Emerîkayê yê beriya çend rojan ji Ewrûpayê xwest ku welatiyên xwe ên DAIŞ’î ku di destê YPG’ê de ne bigre, bixwe berovajî vê bangê tevgeriya.

Lewma vegera welatiya Emerîkayê ya DAIŞ’î ku niha li Rojava girtî ye, ji aliyê Trump ve hat astengkirin.

Beriya çend rojan serokê Emerîkayê bang li dewletên Ewrûpayê kir da ku welatiyên xwe ên DAIŞ’î ku ji aliyê şervanên QSD û YPG’ê ve hatine girtin li cem xwe dadgeh bikin.

Li hemberî vê bangê Fransa, Birîtanya û Danîmarkayê ragihandin ku ew ê bersiveke erênî nedin vê bangê.

Balkêşe ku Trump bi xwe jî li vê bangê xwedî dernakeve.

Di rewşa heyî de hejmareke ji DAIŞ’yên biyanî yên li Rojava girtîn e welatiyên Emerîkayê ne.

Yek ji wan jina binavê Mûda Musena a 24 salî ye.

Têkildarî daxwaza Mûsena a vegera Emerîkayê, Doland Trump li ser hesabê xwe ê tevna civakî daxuyaniyek da û wiha got:

Min ferman daye wezîrê karê derve Mike Pompeo da ku rê nede Hûda Mosena vegere Emerîkayê.

Trump di daxuyaniya xwe de îdîa dike ku pasporta Mûsena a Emerîkî yan jî vîzeya wê ya derbaskirinê tine ye.

Lê parêzerê jina DAIŞ’î ragihand ku ew welatiya Emerîkayê ye.

Leave a Reply

Back to top button