Fransa û Almanya ji Serokê nû yê DYA Joe Biden daxwazkirin ku li dijî tirkiyê bi wan re hevkariyê bike.
Li ser heman mijarê daxuyaniyek ji Parîs û Berlînê jî derket.
Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas û yê hempîşeyê wî yê Fransî Jean-Yves Le Drian têkildarî tegerên metirsîdar yên Tirkiyê û peymana neuklerî ya bi Îranê re qunciknivîsek nivîsîn.
Nivîs di rojnameya Fransa Le Monde, ya Alman Die Welt û ya Amerîka Washington Post de hate parvekirin.
Di nivsê de îşaret bi têkilyên navbera YE û DYA’yê de hate kirin û hate xwestin peymanek ya bi hêz a Translantîk hate kirin.
Le Drian û Maas di nivîsa xwe de îşaret bi aloziyên ku Tirkiye li Derya Spî herêmê dike anîn û wiha gotin:
Divê li dijî Tirkiye ya ku li Derya Spî û deverên din pirsgirêkên mezin derdixe xetek hevbeş were diyarkirin û li gorî wê were tevgerkirin.