Ji ber şerê li Etiyopyayê zêdeyî 20 hezar kes ji cih û warê xwe koçber bûne

Ji ber şerê li herêma Tigray ya Etiyopyayê ku navbera hikumet û Eniya Rizgariya Gel a Tirgayê de, bi deh hezaran kes ji cih û warê xwe koçber bûn.

Rewşa koçberên li kampeke nêzî bajarê El Qedarif ya Sûdanê, bi dîmenên ji herêmê tên de xuya dike.

Koçberê binavê Barhame dibêje, ew li ser çarenûsa zarokên xwe tişrekê nizane û hemû tiştên wan ji wan standine.

Koçberek din yê binavê Zafu wiha qala rewşa li mala xwe dike.

Piştî bajarê me xistin destê xwe, zarok, kesên temenê wan têgihiştî û jinên ducanî komdkirin û di avêtin nava kolanê.

Bi daran lêdixistin. Xaniyên me talan dikirin.

Berdevkê Komiseriya Bilind ya NY ya Koçberan Babar Baloch ragihand ku ji 10’ê Mijdarê ve rojane 4 hezar kes ji ber şerê li herêma Tîgrayê koçber dibin.

Babar Baloch dazaîn ku heta niha 27 hezar kes derbasî sînorê Sûdanê bûne.

Di vê navberê de serokwezîrê Etiyopya diyar kir ku oparasyonên wan derbasî qonaxa xwe ya dawî dibin.

Back to top button