Gundên Eyn Îsa hatin topbarankirin û 3 sivîl birîndar bûn

Artêşa Tirk a dagirker navçeya Eyn Îsayê topbaran kir û di encamê de 3 sivîl birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ji navçeyê, duh êvarî artêşa dagirker bakurê navçeya Eyn Îsayê topbaran kir û 3 sivîl birîndar bûn.

Di heman demê de jî, balafireke keşfê ya dewleta Tirk li ser asmanê navçe û gundewarên wê digeriya.

Berî 2 rojan jî gundên Hoşan, Xalidiyê û Xwaringeha Seqir ên heman navçeyê hatin topbarankirin.

Back to top button