Xerîb Hiso: Têkiliya ENKS’ê ya bi Tirkan re xebatên yekîtiyê dixetimîne

Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Xiso diyar kir ku ji ber danûstanên ENKS’ê bi Tirkan re hevdîtinên yekîtiyê yên navbera PYNK û ENKS’ê sist bûne. Xerîb Hiso anî ziman jî ku divê ENKS bipejirîne ku cihê çareseriyê Qamişlo, ne Enqere ye.

Ev demeke xebatên yekîtiyê yên di navbera PYNK û ENKS’ê de ji ber rabûna ENKS’ê ya li ber perwerdeya bi zimanê Kurdî, pergala hevserokatiyê û Rêveberiya Xweser, bi pêş ve naçin.

Şandyek ji ENKS’ê hefteya derbasbûyî careke din li Enqereyê bi rayedarên Tirk re rûnişt, ku ev yek di nava gel de bû sedema fikar û gumanan.

Derbarê van mijaran de, Hevserokê Meclisa Rêveber a TEV-DEM’ê Xerîb Hiso hevdîtinên yekîtiyê yên navbera PYNK û ENKS’ê, ji ajansa nûçeyan “Firatê” re nirxand.

Xerîb Hiso: Gel ji çûyîna ENKS’ê ya Enqereyê aciz e

Xerîb Hiso sedema xetimîna xebatên Kurdî li hin daxuyaniyên ne di cih de û hevdîtinên bi hin welatên herêmê re, vegerand.

Xerîb Hiso got:

“Piştî her hevdîtinekê, ENKS berê xwe dide Enqereyê, li wir daxuyaniyan dide, hin wêneyan dikişîne û prespektîfan digire û tê.

Ev ev yek bandoreke neyînî li hevdîtinan dike.

Ne tenê em, her wiha civak jî ji vê yekê aciz e”.

Xerîb Hiso: Cihê çareseriyê ne Enqere, Qamişlo ye

Hiso diyar kir ku ji ber Tirkiyê zimanê Kurdî û pergala hevserokatiyê naxwaze, ENKS jî weke wê dike.

Xerîb Hiso anî ziman ku bi rastî ew êdî nema dizandin ENKS çi dixwaze, dema daxwazên wan jî tên qebûlkirin, diçin bi dewleta Tirk dişêwirin.

Hiso teqez kir ku ev nêzîkatî zirarê dide xebatên yekîtiyê.

Hevserokê TEV-DEM’ê bang li ENSK’ê kir ku gelê Kurd heta niha derveyê dagirkerî, zext û kuştinê ti sûd ji Tirkiyê nedîtiye û ya dawî wan weke amûrekî bi kar tîne.

Xerîb Hiso her wiha ji ENKS’ê re diyar kir ku cihê çareseriyê ne Dîlok, Riha û Stenbol e, cihê çareseriyê Qamişlo ye.

Back to top button