Sebrî Nebo banga parastina cihên dîrokî yên Girê Spî kir

Cîgirê Hevserokatiya kantona Girê Spî Sebrî Nebo hişyarî da ku çarenûsa bi dehan cihên dîrokî yên li kantona dagirkirî têne talankirin.

Sebrî Nebo diyar kir ku “cihên dîrokî roj bi roj rastî dizî û talanê tên û
armanc jî tunekirina xezîneya çandî û şaristanî ya gelên herêmê ye.

Nebo teqez kir ku eger ev yek berdewam bike, wê keraseteke çandî û şaristanî çêbibe.

Cîgirê hevserokatiya kantona Girê Spî Sebrî Nebo bang li civaka navneteweyî û rêxistinên têkildarî parastina cihên dîrokî mîna “UNESCO” kir ku cihên dîrokî yên li herêmê biparêzin.

Her wiha bang li şêniyên herêmên dagirkirî jî kir ku rê nedin dagirker û dizan ku mîrasa şaristanî ya herêmê bidizin.

Back to top button