Dayikên gerîla ên Qamişlo û Hesekê di hefteya 10’emîn a çalakiyên xwe de planên PDK’ê û AKP’ê yên li dijî Kurdistanê şermezar kirin. Dayikan diyar kir ku heta pêkanîna armancên xwe û qewitandina dagirkeran ji xaka xwe, ew ê çalakiyên xwe dewam bikin.
Çalakiya heftane ya dayikên gerîla û şehîdan, di hefteya 10’emîn de dewam dike.
Dakiyan îro jî li bajarê Qamişlo çalakiyek li Parka Giştî ya bajêr li darxistin û daxuyaniyek da.
Dayikan di çalakiya xwe de kiryar û planên PDK’ê û AKP’ê yên li dijî herêmên Kurdistanê şermezar kirin.
Dayikan anî ziman ku ew ê bi ti awayî van planan qebûl nakin û diyar kirin ku ew û li dijî van planan têkoşînê bikin û gotin,
Heta pêkanîna armancên me û qewitandina dagirkeran ji xaka xwe, em ê çalakiyên xwe dewam bikin.
Çalakiya dayikan bi slogana bijî berxwedana Gerîla bi dawî bû.
Dayikên gerîla ên Hesekê banga yekîtiya Kurdan kirin
Li Hesekê jî di heman çarçoveyê dayikên gerîla û şehîdan civînek li Meclisa Malbatên Şehîdan a bajêr li dar xistin.
Di civînê de dayikan anî ziman ku dijmin dixwaze şerê birakujiyê pêk bîne, li hember van kiryaran pêwist e kurd hişyar bin.
Dayikan bang li rêxistinên mafê mirovan kir ku bi erka xwe rabin û êrîşên li dijî zarokên wan bide rawestandin.
Her wiha banga yekîtiya kurdan kir û diyar kirin ku pêwist e kurd xwedî li keda şehîdên xwe derbikevin.