Cara yekem civîna bilind a G20 li Erebistan Siûdî wê were lidarxistin

Civîna bilind ya G20’an li Erebistana Siûdî cara yekem wê were lidarxistin.

Ajansa AFP’ê ragihand ku şemiya bê civîna bilind ya G20’an cara yekem dê li Erebistana Siûdî bi rêya onlinê û li ser asteke piçûktir were lidarxistin.

Civîn wê du rojan dewam bike.

Rayedarekî ji Erebistana Siûdî ji AFP’ê re got mijarên sereke yên weke bandorên koronayê û aloziya aborî ya cîhanî wê werin nîqaşkirin.

Civîna G20’an forumek e ku di sala 1999’an de hate damezirandin.

Welatên girîng ên pîşesaziyê û pêşketî tên cem hev û pirsgirêkên bingehîn ên aboriya cîhanî nîqaş dikin.

Back to top button