HPG him li bejahî him jî hewayî li dagirkeran da

Gerîla her roj bi çalakiyên bi bandor derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker didin.
HPG’ê ragihand ku gerîlayan li bejahî hewayî li dagirkeran dan û di encamê de gelek dagirker hatin kuştin. Fermandariya Navenda Parastina Gel jî ragihand ku fermandarê herêma Dêrsimê Yilmaz Dêrsim şehîd bûye û ji gelê Kurdistanê û malbata wî re sersaxî xwest.

Gerîlayên HPG’ê rojane çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk ya dagirker dewam dikin û derbên giran li dagirkeran didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de 16’ê Mijdarê gerîlayan li Girê Şehîd Berxwedan a li Xantûrê bi çalakiyeke sekvaniyê li dagirkeran daye û ragihand di encama çalakiyê de gelek dagirker hatine cezakirin.

HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker ya ku 14’ê Mijdarê li Qada Bedewê, Girê Şehîd Mûnzûr û gundê Nêrwe ya Zapê operasyona dagirkirinê dabû destpêkirin ji ber çalakiyên gêrîla xwe qademeyek paşve vekişand.

HPG’ê ragihand ku 17’ê Mijdarê hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal bi wesayîtên hewayî yên bêmirov li Girê Şehîd Bager a Çelê ya Colemêrgê li hêzên dagirker daye.

HPG’ê got, “Wesayîtên hewayî li hedefa xwe dane û çalakî serketî bi encam bûye. Lê hijmara kuştî û birîndarên dijmin nehatiye zelalkirin.”

Fermandariya NPG’ê: Fermandarê herêma Dêrsimê Yilmaz Dêrsim şehîd bû

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel jî bi daxuyaniyekê ragihand ku Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê û Fermandarê Qada Dersimê Yilmaz Dersim (Îsmaîl Surgeç) di şerekî bi artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûye. NPG’ê ji gelê Kurdistanê malbata fermandar Yilmaz re sersaxî xwest û diyar kir wê hesabê wî bê pirsîn.

Back to top button