Partî û saziyên bakurê Kurdistan li dijî şerê navxweyî banga yekîtiyê kirin

Partî û saziyên li Bakurê Kurdistanê li dijî şerê navxweyî li Amedê meşek pêk anîn.
Partiyan destnîşankirin ku ew ji bo xwe weke wezîfeyê dibînin ku têkoşîna yekîtiya neteweyî mezin bikin.
partiyan bang li hêzên kurd yên li başûrê Kurdistanê kirin ku pêşeroja gelê Kurd radestî sozên dewletên dagirker nekin û pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin.

Îro li Amedê di pêşengtiya Partiya Herêman a Demokratîk-DBP’ê li dijî hewilê PDK’ê yên derxistina şerê navxweyî meşek hate li darxisin.

Hevserokên KCD’ê Leyla Guven û Berdan Ozturk, Hevserokên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan û parlamenterên HDP’ê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê jî di nav de bi sedan kes li Kolana Hunerê ya Amedê heta Parka Ofîsê meşiyan.

DIMEN DI VIR DE BIHERIKINE

Piştî meşê hevserokê DBP’ê Salîha Aydenîz û Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hesen Ozguneş daxuyanî dan.

Daxuyanî bi sernavê “Helwesta hevpar a li dijî dagirkeriyê wezîfeya me ya bingehîn e” hate dayîn.

Di daxuyaniyê de bang li hêzên Kurd yên li Başûrê Kurdistanê hate kirin ku daxuyaniyên ku aloziyê kûrtir dike nedin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, di demeke wiha de ku hevsengiyên cîhanê û herêmê tên guhertin û hesas e, aloziya navbera Kurdan paşeroja gel, xeyalên wekhevî û azadiyê dixe nava metirsiyê.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku berdêla şer û nakokiya nava hêzên Kurdan berê ji bo Kurdan gelekî giran bû û hate gotin:

“Di şerê navbera Kurdan de heta niha tenê dagirker bi ser ketin, gelê Kurd jî timî winda kir.

Gelê me wê vê şermê weke qederê nema qebûl bike û li dijî vê yekê têbikoşe.

Di daxuyaniye hate gotin ku rêya çareserkirina pirsgirêkan û nakokiyan; diyalog û danûstandin e.

Divê kes pêşeroja gelê Kurd radestî sozên dewletên dagirker neke.

Yekane wezîfeya ku dîrokê daniye pêşiya me, helwesta hevpar a li dijî hêzên dagirker, mêtinger e.

Back to top button