Dagirkeran li Bilbilê 146 hezar û li Şera 15 hezar darên zeytûnê desteser kirin

Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Bilbilê û Şera zêdeyî 160 hezar darên zeytûnê desteser kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê – Sûrî ragihand ku çeteyan dest danîn ser 146 hezar darên zeytûnê yên şêniyên navçeya Bilbilê.

Li navçeya Şera jî çeteyan 15 hezar darên zeytûnê yên şêniyên gundê Serîncekê desteser kirin.

Rêxistinê beriya bi demekê xuya kiribû ku çeteyan dest danîn ser 17 hezar darên zeytûnê yên gundên navçeya Cindirêsê.

Dagirker li navçeya Şiyê baca zeytûnan li ser şêniyan ferz kir

Li aliyê din, Çavdêriya Sûrî ya Mafên mirovan ragihand ku bi ferzkirina bacê li ser şêniyên Efrînê, çeteyên dewleta Tirk sûcên xwe didomînin.

Çavdêriyê diyar kir ku çeteyan li navçeya Şiyê li ser her dareke zeytûnê 8 dolar bac ferz kir.

Çete ji sedî 15 berhemê zeytûnê jî ji şêniyan distînin.

Back to top button