Li Idlibê û Hemayê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyan de şer gur dibe

Li Hema û Idilbê, di navbera hêzên hikumetê û çeteyên dagirkeriya Tirk de şer gur dibe, li çolistana Dêrazorê 28 leşkerên hikumtê hatin kuştin û birîndarkirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku îro, hêzên hikumeta Şamê deverên Kensefre û Kefer Iweyd yên li Cebel El-Zewiyê topbaran kirin

Duh piştî nîvê şevê jî, li eniya Xirbit Naqus a li Sehil El-Xab a bakur rojhilatê Hemayê, şer di navbera hêzên Hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Trik derket.

Li gundewarê Başûrê Idlibê jî, hêzên hikumetê herêmên Fitêra, Filêfil û Sifûhin topbaran kirin.

Di heman demê de şer di navbera her du aliyan li enya gundê Filêfil derket.

Li çolistana Dêra Zorê 28 leşkerên hikumetê hatin kuştin û birîndarkirin

Li aliyê din, Çavdêriyê dazanîn ku di navbera çeteyên DAIŞ’ê û hêzên hikumeta Şamê li çolistana Meyadîn ya li gundewarê rojhilatê Dêrazorê şer derket.

Li gorî çavdêriyê, di encama pevçûnê de 11 leşkerên hikumetê hatin kuştin û 17 jî birîndar bûn.

Back to top button